DEM Partî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrînê şermezar kir û banga rawestandina êrişan kir.
Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û got:
Di vê çarçoveyê de em bang rawestandina êrişên li dijî gelê ku îradeya aştiyê daye nîşandan dikin.
DEM Partî destnîşan kir ku êrişên li dijî sivîlan tê kirin, tawanên şer e û divê dewleta Tirk a dagirker dev jî vî şerî berde, ji ber ku ev şer pêşiya lihevkirin û aşitiyê digire û wiha anî ziman:
Zêdetirî 40 roj in êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrînê berdewam e.
Di encama van êrşan de heta niha bi dehan sivîl di encamên bombebaranên balefirên Tirkiyê de şehdî û birîndar bûne.



