Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên herêma Marmarayê eşkere kir.
Li gorî raporê di nava 3 mehan de tenê li Girtîgeha Îmraliyê 144 binpêkirin hatine tespîtkirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên herêma Marmarayê eşkere kir.
Li gorî raporê di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê yên 2024’an de li girtîgehên Marmarayê de hezar û 572 binpêkirin û li Girtîgeha Îmraliyê jî 144 binpêkirin hatine belgekirin.
Hat diyarkirin ku binpêkirinên weke êşkence, derbkirin, muameleya xerab, nêzikatiyên biçûkxistinê, mafên tenduristiyê, mafên xwarin û vexwarina bitendurist û xwegihandina ava paqij, cîbicîkirina pêdiviyên sereke û hwd. hatine kirin.
Di raporê de hate diyarkirin ku têkildarî qedexeya hevdîtinê ya bi Rêber Apo re 144 binpêkirin hatine tespîtkirin.
Li gorî raporê li girtiyên din jî tecrîd roj bi roj bêhtir tê girankirin.
Her wiha rapor balê dikşîne ser ‘Mafê hêviyê’ û ‘berdana girtiyên nexweş’ û daxwaz dike ku di vê mijarê de gerek tavilê gavên şênber bên avêtin.
ÎHD: Divê tavilê tevdîr bêne girtin
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bang li desthilata Tirkiyê kir ku pirskirêkên heyî tavilê bêne çareserkirin, tecrîda girankirî were rakirin, sepanên keyfî bên bidawîkirin û tevdîr bên girtin.



