Bi sedan şêniyên kantonên Tebqa, Dêra Zorê û Reqayê ji bo tev li berxwedêrên li Bendava Berxwedanê, Tişrînê bibin gihîştin bendavê.
Şêniyên kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqa ji bo beşdarî çalakiyên nobedariyê yên li Bendava Tişrînê bibin ku ji 8ˋê Çileyê ve didomin, gihîştin bendavê.
Ev cara duyemîn e ku şêniyên kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê tev li çalakiyên li Bendava Tişrînê dibin.
Serokê Hevgirtina Al El Beyt a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Tebqa Ednan Ilêwî axivî û got: “Dewleta Tirk hewl dide Bendava Tişrînê dagir bike.
Ji bo vê yekê jî hemû rêbazên dermirovî û derexlaqî pêk tîne. Li dijî sivîlên li bendavê sûcên şer dike. Karwanên berê xwe didin bendavê bombebaran dike.”
Xaliye Mihemed jî ya ku ji xelkê kantona Tebqayê ye û tev li çalakiyên nobedariyê bûye got: “Dewleta Tirk li dijî xelkê me yê nobedar komkujiyan pêk tîne.
Heger kesek li tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê mabe jî em Bendava Tişrînê bernadin.
Em ê berxwedanê bidomînin û nahêlin dewleta Tirk welatê me dagir bike.”



