Endamê Desteya Hevseroktiya PYD’ê Aldar Xelîl ji bo yekrîziya Kurdî nameya belav kir.
Aldar Xelîl dibêje ku bêyî ku helwesta li hemberî dijmin zelal be, qet nabe axaftin derbarê yekîtiyê çêbibin.
Aldar Xelîl destnîşan dike ku gerek hemû aliyên kurd berevaniyê di ber vîna kurdan de bike û zextê dijmin qebûl neke.
Endamê Desteya Hevseroktiya PYD’ê Aldar Xelîl destnîşan dike ku nabe aliyekî Kurd cudahiyê têxe navbera şehîdekî li vir û yekî li wir.
Aldar Xelîl eşkere dike ku eger helwest bê partîbûn û dûrbîniyeke kurdî bû yek, hingî tu pirsgirêk namîne.
Her wiha got ku eger nêrîn û helwest ji bin siyas dijmin derketin, wê çaxê qet pirsgirêkeke kurdî- kurdî namîne.
Aldar Xelîl di peyama xwe dibêje ku armanca wan yekîtiya kurdî ye û ji bo wê dixebitin, lê belê, ji bo pêkanîna wê, dibê hinek gavên piratîkê bên avêtin.
Di heman de demê de piştrast kir ku divê helwestên zelal derheqê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk derkevin holê..
Aldar Xelîl dibêje ku divê hemû alî xwe ji bêdengiyê rizgar bikin, çimkî yekîtiya Kurdî nayê parçekirin û newekhevî qet yekîtiyê naçesipîne.
Rêveberê PYD’ê diyar kir ku yekîtiya niştîmanî bi gotinan bi serî nabe, lê belê ew erkekî niştîmanî û exalqî ye.



