Bi hezaran xelkê bajarê Qamişlo sersaxî da welatiyên di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan de şehîd bûne û got, “Vîna me li hember êrişan xurt e.”
Xelkê bajarê Qamişlo, endamên yekitiyên hunerî, çandî, rewşenbîrî, rûspiyeyên eşîrên Kurd û Ereb û partiyên siyasî vê sibehê berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo û sersaxî da malbatên şehîdan.
Navên şehîdan wiha ne; şanogerê Kurdisatanî şehîd Cuma Xelîl (Bavê Teyar), 2 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman û Ekrem Rexo, hevseroka Nivîsgeha PYDˋê ya Qamişlo Menîce Heyder, 2 endamên Meclsia bajarê Qamişlo Muzefer Mihemed û Ebduldaqir Îbrahîm.
Ev welatî di êrişa balafirên dewleta Tirk a dijî berxwedêrên li Bendava Tişrînê de şehîd bûn. Şervanê QSDˋê şehîd Xebat jî di êrişa bermahiyên rejîma Baasˋê û milîsên Dîfa El Wetanî li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê şehîd bû.
Beşdaran alên QSDˋê û wêneyên şehîdan hildan û diruşmên “şehîd namirin” berzkirin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî malbatên şehîdan û soza şopandina rêça wan û pêkanîna hêviyên wan dubare kir.
Hesen got van şehîdan ji tevahî cîhanê re wateya wêrekî û lehengiyê diyar kir û ji dijmin re gotin ew li vir in û hûn jî nikarin vîna wan tune bikin.
Her wiha rêvebera Kongra Star Şaha Xelîl jî berxwedana xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê silav kir û got êrişên dewleta Tirk bi vîna wan nikarin.



