Gelê Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara dadgeriya Îranê ya cezayê darvekirinê li ser girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî îro di nava greva giştî de bûn.Gel gotin divê cezayê darvekirinê bêne betalkirin.
Li ser banga şeş partiyên siyasî û rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê gel îro deriyên dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.
Aktîvîst, malbat û girtiyên siyasî, mexdûrên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, xwendekar û partiyên siyasî jî tevlî greva giştî bûn.
Gel daxwaz kirin ku cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye birîn bê betalkirin.
Li dijî vê yekê hêzên ewlekariyê yên Îranê li nav bajaran hatin belavkirin.
Her wiha hêzên ewlehiyê ji bo lêpirsînê bangî xwediyên dikanan kirin.



