Hemşîreya Cezaîrî Lînda Şelebî di encama nexweşiya penceşêrê de jiyana xwe ji dest da û wê sibe li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê were oxirkirin.
Hemşîreya Cezaîrî Lînda Şelebî ya ku di dema berxwedana Kobanê de hatibû bajêr û di tîmên tenduristiyê de cihê xwe di nava berxwedanê de girtibû, di encama nexweşiya pencşêrê de jiyana xwe ji dest da.
Hemşîreya Lînda şahidê êriş û berxwedana Kobanê bû. Lînda kedeke herî mezin di dermankirina gel û şervanan de da. Hemşîre Lînda sibe li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê tê veşartin.
Agahiyên li ser nasnameya hemşîreya Cezaîrî Lînda Şelebî wiha ne:
Nav û paşnav: Lînda Şelebî
Navê dayîkê: Xêra
Navê bav: Elî
Cih û dîroka jidayîkbûnê : Ceazîr-1976
Cih û dîroka wefatê: Kobanê-18-01-2025ˋan.



