Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî xwepêşandêrên Bendava Tişrînê de di nav de serokê Hevgirtina Al El Beyt a kantona Tebqayê Ednan Ilêwî gelek welatî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker careke din xwepêşandêrên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtin.
Li gorî nûçegihanê me, di nav de serokê Hevgirtina Al El Beyt a kantona Tebqayê Ednan Ilêwî û hejmarek welatî birîndar bûn. Ednan Ilêwî beriya saetek tevî şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê gihîştibûn bendavê.
Li dijî xwepêşandêrên li bendavê ev cara 6ˋan êriş tê kirin û li dijî karwanên xwepêşandêrên berê xwe didin bendavê 11 caran êriş hatin kirin.
Ji Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, herî zêde êriş li dijî gundewarê Kobanê û Bendava Tişrînê tên kirin.



