Çalakiya rûnistinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Swîsireyê, ku her roja Çarşemê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin bi salvegera xwe ya 4’emîn dewam dike.
Di çalakiya vê hefteyê de şehîdxistina şanoger Bavê Teyar, hedefgirtina sivîlan li bendava Tişrînê û cezayên darvekirinê ji aliyê rêjîma Îranê ve hat bibîrxistin.
Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê Nejdet Atalay di çalakiyê de axivî.
Nejdet Atalay berxwedana şervanên di mewziyan de û sivîlên ku bendavê diprêzin silav kir û got:
“Çeteyên dagirker ku nikarin vê berxwedanê bişkînin, her roj bombe li ser sivîlan dibarînin.
Lewma berxwedana gelê Kurd a li dijî projeya ji nû ve dizayinkirina Rojhilata Navîn, rê li ber hevdîtinên bi Rêber Apo re vekir ”
Nejdet Atalay di dawiya axaftina xwe de, banga beşdariya çalakiya navendî ya ku wê li Zurîhê bê li darxistin kir.



