Oldarên kantonên Reqa û Tebqayê der barê girîngiya yekitî û piştgiriya QSD’ê, banga hevgirtina di navbera pêkhateyan de kir.
Oldaran gotin: “Tenê bi hevkarî û yekitiyê dê kêşe û alozî bêne çareserkirin.”
Oldarê bajarê Tebqayê Şêx Ednan El Elewî ragihand ku QSD ewlehî û aramiya herêmê diparêze, divê hemû pêkhate piştgiriya wê bikin.
Şêx û melayê mizgefta gundê Cerbû yê kantona Reqay Ehmed El Şiblî, bang li şêniyan kir ku dûrî nakûkî û berjewendiyên kesane bikevin.
Her wiha Ehmed El Şiblî diyar kir ku fitne tenê xizmeta dijminên gel dike.
Hevserokê Saziya Kar û Barên Olî ya kantona Tebqayê Şêx Ebdulmuttelib El Betran jî diyar kir ku divê her kes rihê berpirsyariyê nîşan bide û bi hev re ji bo ewlekarî û yekitiya herêmê bixebite.
El Betran di dawiyê de bang li hemû beşên civakê kir ku li hemberî her metirsiyeke ku aramî û ewlehiya herêmê dixe xetereyê, bi hev re tê bikoşin.



