Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr anî û got: “Em soza xwe dubare dikin ku bi pêşengiya şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 4 gerîlayên şehdî bi bîr anî.
HPG’ê anî ziman ku di sala 2024’an li dijî êrîşên dagirkerî hevrêyên me Cesur, Şahan, Hewrê û Berxwedan bi israra xwe ya li ser xeta têkoşînê ya Apoyî û bi fedekariyên xwe, pêşengî ji serketinên girîng re kirin û şehîd bûn.
Di derbarê kesayeta gerîlayên şehîd HPG’ê got:
HPG: Şehîd Cesur, Şahan, Hewrê û Berxwedan bûn navê lehengiyê
Hevrêyê me Cesur di nava malbateke ji eşîra Goyî, hate dinê.
Gerîla Cesur li dijî dewleta Tirk ê ku gelek komkujî li ser gelê me pêk anîne, bû navê tolhildanê.
Li navçeya Qelqelî ya Wanê, hevrê Şahan di nava malbateke welatparêz de hatiye dinyayê.
Hevrê Şahan di her kêliyê de hewl da bibe layiqê Rêber Apo, şehîdan, gel û hevrêyên xwe.
Hevrêyê me Hewrê ku ew jî yek ji ewladên herî hêja yê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di malbateke welatparêz de li bajarê Kerecê ji dayik bû.
Hewrê, bi sekna xwe ya milîtanî û tecrubeya xwe ya di taktîkên şerê gerîlatiyê yê serdema nû de bawerî da hevrêyên xwe.
Hevrêyê me Berxwedan, li Efrîna berxwedêr di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû.
Şehîd Berxwedan, yek ji wan hevrêyên me yên destpêkê bû ku bersiva êrîşên yên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser Qada Berxwedanê ya Sergelê da.
Agahiyên derbarê nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Cesur Roboskî
Nav û Paşnav: Ozgur Encu
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Nahîde
Navê Bav:Fehmî
Cih û Dîroka Şehadetê: 2024/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şahan Şahîn
Nav û Paşnav: Îsmaîl Dayi
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Yadîgar
Navê Bav:Koçer
Cih û Dîroka Şehadetê: 2024/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Hewrê Bêkes
Nav û Paşnav: Ferdîn Salihî
Cihê Jidayikbûnê: Kerec
Navê Dayik: Perîza
Navê Bav:Mustafa
Cih û Dîroka Şehadetê: 2024/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Berxwedan Serdem
Nav û Paşnav: Salih Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik: Nazli
Navê Bav: Muhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: 2024/Herêmên Parastinê yên Medyayê



