Malbatên şehîdan ên bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şikandina vîna gel û têkbirina destkeftiyên şehîdan e.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî li herêmê bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan, nûnerên sazî û meclisên li bajêr civînek li dar xist.
Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê hat lidarxistin. Di civînê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Fatme Mihemed behsa rewşa heyî kir û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên dijî herêmê şikandona vîna gelan, dagirkirina herêmê û wêrankirina binesaziyên wê ye.”
Fatme diyar kir ku QSDˋê û xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên mezin bi dest xistin û planên dagirkirinê têk birin.
Fatme wiha domand: “Bi rihê berxwedana Kobanê û berxwedana bendava Tişrînê em ê têkoşîna xwe bidomînin û heta serkeftinê li ser rêça şehîdan bin.”
Di dawiyê de Meclisa Malbatên şehîdan daxuyaniyek da. Endama meclisê Emîne Îsa daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dijî bendava Tişrînê û hedefgirtina yekser a xwepêşandêrên li ser bendavê hatin şermezaririn.
Her wiha hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmên din dagir bike, guhartina demografîk pêk bîne û xelkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi darê zorê koçber bike.
Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li tevahî hêzên nîştimanî û demokrasîxwaz kir ku li dijî planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û piştgiriyê bidin QSDˋê ji ber ku hêza rewa ye ku gelên herêmê ji teror û dagirkeriyê diparêze.
Di dawiyê de malbatên şehîdan got ew ê li kêlek hêzên xwe destkeftiyên xwe li dijî dagirkeran biparêzin.



