Bi sedan xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî da malbata gerîlayê HPGˋê şehîd Berxwedan Serdem û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.
Bi sedan xelkê taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, hêzên Asayîş û Hêzên Parastina Civakî (HPC) sersaxî da malbata şehîd Berxwedan Serdem. Konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê hatibû vedan.
Gerîlayê HPGˋê Berxwedana Serdem di 25ˋê Tîrmeha 2024ˋan de di dema bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker ên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.
Di merasîmê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Şêx axivî û got dijminên gelê Kurd nikarin vîn û berxwedanê wî têk bibin.
Endamê Meclisa Taxa Şehîd Gelhat Mihemed Hemîd Qasim jî got: “Piştî hilweşîna rejîma Esed şer li piranî herêmên Sûriyeyê rawestiyaye, lê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.”
Qasim wiha domand: “Berxwedana gelan û şervanên azadiyê tevahî plan û siyasetên dagirkirina herêmê têk birin.”
Her wiha endama Meclisa Şehîd Şîlan Fehîme Oso jî axivî sersaxî malbata şehîd û hevrêyên wî û got ew ê bi tevahî şêweyan têkoşîna xwe heta pêkanîna serkeftinê bidomînin.
Merasîm bi diruşmên “şehîd namirin” bi dawî bû.



