Li Swîsreyê serokwezîrê herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîrê karê Derve yê Rêveberiya Tehrîr El-Şam Ese’id El-Şîbanî re civiya.
Aliyan li ser parastina mafên hemû neteweyên li Sûriyê bi teybet gelê Kurd gotûbêj kir.
Di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê li Swîsreyê, her du alî li hev civiyan.
Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Sûriyeyê, pêşxistina peywendiyên dualî û geşedanê dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Ese’id El-Şîbanî diyar kir ku Kurd pêkhateyeke girîng û resen a Sûriyeyê ye û em ê mafên wan biparêzin.
El-Şîbanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî vexwend Şamê.



