Nûnerên MSDˋê li Hollanda li ser girîngiya xurtkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyî, xebitîna li ser avakirina lihevkirineke nîştimanî ku tê de mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hebin û bingehên ji bo Sûriyeya demokratîk a pirrengî û nenavendî werin danîn, axivîn.
Nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîl li Almanya û Hollanda îro li bajarê Utrecht ê Hollandayê bi beşdariya siyasetmedar, sûriyeyî û Kurdistaniyan, fermandariya Tevera Sêyemîn a Serxwebûnê û nûnerên Partiya Yekitiya Suryanî paneleke diyalogê li dar xist.
Nûnerê MSDˋê li Hollanda Macid Guro axaftina destpêkê kir. Guro di axaftina xwe de pêşdeçûnên siyasî li Sûriyê yên piştî hilweşîna rejîma Baasˋê şîrove kirin û bal kişand ser girîngiya rola Sûriyeyiyan di avakirina Sûriya nû ya xwe dispêre demokrasî û pirrengiyê.
Her wiha hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˋê Hesen Mihemed Elî li ser guherînên li sûriyeyê, hilweşîna rejîma Beşar Esed, hevdîdtina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û desthilata nû ya li Şamê kir.
Mihemed Elî bal kişand ser rola herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di parastina yekitiya welat de bi rêya modela Rêveberiya Xweser a ku di nava pêkhateyên gelê Sûriyeyê de jiyana hevbeş xurt dike.
Her wiha Mihemed Elî anî ziman ku ji bo têkoşîna dijî çeteyên DAIŞˋê hewldan dewam dikin û got ji bo avakirina yekitiya neteweyî Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî û serokê PDKˋê Mesûd Barzanî li Hewlêrê li hev civiyan.
Li aliyekî din jî serokê Tevgera Sêyemîn a Serxwebûnê Edulhekîm El Xêrat rewşa li başûrê Sûriyeyê nîqaş kir û got divê Sûriye nenavendî be û pêşî li vegerandina dîktatoriyê bê girtin.
Beşdaran panel bi coş pêşwazî kir û gelek pirsên der barê siberoja xebata siyasî li Sûriyeyê û rola MSDˋê di pêkanîna çareya giştî de hatin kirin.
Her wiha gelek beşdaran pirsa mekanîzmaya xurtkirina yekitiya helwesta Kurdî û astengiyên li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Beşdaran têkoşîna QSDˋê li dijî DAIŞˋê silav kir û bang li civata navneteweyî kir ku piştgiriya QSDˋê bikin ku li herêmê ewlehî û îstîqrar misoger bibe.
Panel bi van xalên girîng bi dawî bû; diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê were xurtkirin, xebat li ser avakirina lihevkirineke nîştimanî ku tê de mafên tevahî pêkhateyên were misogerkirin, were kirin û ji bo Sûriyeya demokratîk a pirrengî û nenavendî bingeh were danîn.



