Tevgera Avakirina Nîştimanî li navenda Helebê ji bo nîqaşkirina senaryoyên pêvajoya heyî ya Sûriyê, bi beşdariya rêveberên civaka sivîl, nûnerên siyasî û MSD’ê, civînek li dar xist.
Di civîne de çalakvan Kenan Seman axivî û behsa armanca lidarxistina rûniştinê kir û got:
“Armanc ewe ku Sûriyeyî bi hev re bigihîjin nêrînekê ji bo siberoja Sûriyê
Serokê Tevgera Avakirina Nîştimanî Enes Cûdê jî bal kişand ser kar û xebatên tevgerê û armancên wê, pênasekirina rêveberiyên xwecih û nenavendî û gelek mijarên din mîna nasname û tevlêbûnê.
Piştre senaryoyên pêvajoya heyî ya Sûriyê ji aliyê serokê navenda lêkolînan a Tevgera Avakirina Nîştimanî Samir Dahî ve hatin şîrovekirin.
Di dawiya civînê de, serokê Tevgera Avakirina Nîştimanî Enes Cûdê teqezî bi serxistina berjewendiya nîştimanî, xurtkirina diyalogê, redkirina senaryoyên tarî, pêşxistin senaryoya herî baş ji bo sûriyan kir.



