Rûspiyên eşîrên kantona Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê û armanckirina sivîlan şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo QSD’ê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker anîn ziman.
Rûspiyê êla El Mutelwîn a kanton Dêrazorê, Dîb Xelîf Dawûd diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji me re dibêje terorîst, lê ya terorîst ew bi xwe ye ku mirovan dikuje û got:
“Hêzên me ne terorîst in, lê wan em ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.”
Ji rûsipiyên êla El Wadî Xalid El Wadî jî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser karwanên sivîlan û nobedarên li bendava Tişrînê şermezar kir û wiha anî ziman:
“Êrişên li ser bendava Tişrînê tawaneke dijî mirovahiyê ye û mafê me heye ku em bendavê biparêzin.”
El Wadî bang li hemû gelê Sûriyê kir ku bi hev re li dijî dagirkeriyê têbikoşin.



