Rojnamevan Eylem Babayîgît bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Rojnamevan Eylem bertek nîşanî vê yekê da û got “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate destpêkirin.
Rojnemevan Eylem Babayîgît yek ji wan kesan yê ku hatin binçavkirin.
Eylem Babayîgît piştî ku hat girtin peyam şand, di peyamê de wiha got:
“Girîngiya cihê em lê dimînin tuneye, em li hundir jî li derve jî dinivîsin, çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin.”
Di heman demê de rojnemevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû jî, ji 17’ê çileyê de di bin çarçoveya lêpirsînê, îdiaya “Endamtiya Rêxstinê” dibin çavan dene.



