Cîgira hevserokên Nivîsgeha Şêwirmendiyê ya Ermenî Kohar Xecedûryan destnîşan kir ku ji ber kirinên HTŞ`ê dilê wan ne rehet e û got:
“Ji bo hemû gelê Sûriyê sîstema Rêveberiya Xweser a herî baş e.”
Kohar Xecedûryan diyar kir ku komên çete yên girêdayî HTŞ’ê li hemberî şênî û herêmê xirabiyan dikin û got:
“Hikumeta demkî rewş û nasnameya pêkhateyên li Sûriyê di ber çavan re derbas nake û paşguh dike.”
Kohar Xecedûryan destnîşan kir ku ew wek gelê Ermen ji gelê resen ên li Sûriyê ne û xwedî mohr in û wiha dom kir:
“Em jî wekî her pêkhateyekê azadiya xwe ya neteweyî, olî û çandî dixwazin.
Komên terorîst ên tundraw dara me ya sersalê şewitand, gorên xiristiyanan talan kirin û kiryarên wekî serjêkirin û kuştinê pêk tînin.
Me wekî Ermen pêşniyar kiriye ku sîstema Rêveberiya Xweser a bi hişmendiya neteweya demokratîk li Sûriyê belav bibe.
Di heyama 10 salên derbasbûyî de em li herêmê bi Rêveberiya Xweser re bi awayekî azad bi çand, siyaset, aborî û ola xwe re jiyane.”



