Kongra Star diyar kir ku divê cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvan Pexşan Ezîzî were betalkirin û destnîşan kir ku dê çalakiyên bi daxwaza betalkirina cezayê berdewam bike.
Meclisa Kongra Star têkildarî cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvan Pexşan Ezîzî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rejîma Îranê bi zihniyeta xwe ya otorîter û despotîk, siyaseta xwe ya çewisandinê yên li dijî her kesê ku gotina heqîqet û azadiyê bîne ziman û bi taybetî li hemberî jinên berxwedêr didomîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara darvekirinê ya li dijî çalakvan Pexşan Ezîz rûyê rastîn ê pergala meleyan aşkere dike. Hate diyarkirin ku ev rejîm hewl dide bi rêya pêkanîna zextan li ser gel û jinan krîzên xwe yên bi derve re binxumîne.
Di daxuyaniyê de Pexşan Ezîzî wekî “sembola jina azad a li hemberî alava çewsîner tê dikoşe” hat pênasekirin. Bang li tevahî jin û civakan hate kirin ku li hemberî siyasetên pergala despotîk û qirkirinê têkoşînê mezin bikin.
Di dawaiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin ta cezayê darvekirinê were betalkirin û siyasetên qirkirinê yên li dijî îradeya jin û civakên azadî werin bidawîkirin.”
Rojnamevan û çalakvana jin a Kurd Pexşan Ezîzî ku ji ber serîrakirina li ber desthilata Îranê û hinek tohmetên din ên bê bingeh 4’ê Tebaxa 2023’an li bajaroka Herazî ya Tehranê hatibû binçavkirin û 11’ê kanûna heman salê hatibû girtin, di 23’yê Tîrmeha 2024’an de jî cezayê darvekirinê lê hate birrîn.
Li gorî agahiyên ku parêzerê Ezîzî Emîr Reîsiyan daye, 8’ê Çileya îsal, cezayê darvekirinê hatiye erêkirin û ji bo bicihanînê jî şandine daîreya înfazê.



