Ji ber belvakirina peyamek li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî, biryara Binçavkirinê li Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî hate dayîn.
Bavê Jîna Emînî ya ku bû çiruska Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, Emced Emînî têkildarî vexwendina wî ji bo dadgeha Îranê de li ser rupela xwe ya înstagramê agahiyan belav kir û got:
Roja 24’ê Çileyê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Seqîzê ve dosyayek bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ û ‘belavkirina mijarên derew’ li dijî min hate vekirin.
Li ser vê yekê ez ji bo dadgehê hatim bangkirin û biryara binçavkirinê li ser min hat dayîn.
Emced Emînî destnîşan kir ku heta dema darizandinê dê were binçavkirin û wiha anî ziman:
Sedema vekirina dozê û binçavkirinê ji ber ku min peyamek li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî belavkir.
Di 22’yê Çileyê de li seranserî Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî greva giştî pêkhat.



