Li derdora Pira Qereqozaqê di çalakiyên bersivdayînê yên QSDˈê de 6 çete hatin kuştin, 8 çete jî birîndar bûn û 2 erebeyên wan hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê di daxuyaniya xwe de bîlançoya duh (24 Çile) ya berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê aşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Li dij êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me duh (Înê) li eniya Pira Qereqozaqê (li gundên Qelet El Necim, gundê Hoşeriyê û Girê Xwedê yên başûrê rojhilatê Minbicê) li baregehên çeteyan xistin. Bi qasî hat tesbîtkirin 6 çete hatin kuştin û 8 çete jî birîndar bûn.
Hêzên me li rojhilatê bajarê Minbicê pergala radarê ya dagirkeran rûxand.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku êrişên xwe li ser gundên herêmê zêde kirin, li gundê Xeseq û gundê Tînayê du êriş, li gundê Şebaniya 2 êriş û li gundê Bîr Hisoyê jî êrişek pêk anîn. Lê tu zerar çênebûn.
Dagirkeran bi dijwarî li gundên gundên Bîr Hos, Tîne, Dîkan, Girê Sêvê û Pira Qereqozaqê bi obîsên giran, topên hawanan û moşekan topbaran kirin, li vir jî zerar çênebûn.
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan êrişî Girê Syriatel bikin, lê ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ve hatin hedefkirin û erebeya wan a leşkerî ya “Toyota ” hat rûxandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan li eniya Dêr Hafirê êrişî nuqteyên hêzên me bikin.
Şervanên me li wan dan û kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zanîn.
Her wiha Yekîneyên Şehîd Harûn bi çekên giran li kombûnên çeteyan xistin û erebeyek wan îmha kirin.
Bîlançoya duh a windahiyên dijmin: 6 çete hatin kuştin, 8 çete jî birîndar bûn û 2 erebeyên wan hatin îmhakirin.”



