Pêkhateyên bajarê Hesekê û gundewarê wî şervanekî QSDˋê û endamekî Hêzên Asayişê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê bakurê Hesekê oxir kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Azad Dêrazor (Tariq Hisên) û endamê Hêzên Asayişê Mihemed Xelef li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê Hesekê oxir kirin.
Şervanê QSDˋê Tariq Hisên di encama bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêma Qereqozaqê de di 22ˋyê Çileyê şehîd bû, her wiha endamê Hêzên Asayişê Mihemed Xelef di 23ˋyê Çileyê de dema li ser erka xwe li bajarê Dirbêsiyê şehîd bû.
Di merasîmê de bi sedan xelkê ji pêkhateyên bajêr, endamên saziyên sivîl, leşkerî û tevgerên jinan beşdar bûn.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Hewas axivî û diyar kir ku şehîdan di oxira parastina vê xakê û gel de canê xwe da.
Necah wiha domand: “Şehadeta her şehîdekî/ê vîna me xurt dike û diyar dike ku pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşiqê berxwedanê ne û wê heta rizgarkirina bihosta dawî ya xakê têkoşîna xwe bidomînin.”
Her wiha endama Hêzên Asayişê-Jin Diyala Keleş fedekariyên şehîd Tariq Hisên û Mihemed Xelef bi bîr anîn û got: “Her du şehîd ji destpêka tev li hêzên leşkerî û ewlekarî bûne ve bi exlaqên xwe yên baş tên naskirin û di oxira tevahî gelê herêmê bi azad bijî de canê xwe feda kir.”
Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.



