50 malbatên Efrîn û Şehbayê yên ku ji cî û warê xwe koçber bûn, li bajarê Dêrikê hatin bicihkirin.
Li gor agahiyan, piştî Rêveberiya Xweser cih bo wan peyda kir, ew ji Reqayê veguhestin Dêrikê.
Ev xebat bi hevkariya Rêveberiya Xweser û Desteya Karûbarên Civkaî û Kedkaran a Reqayê pêk hatiye.
Wekî tê zanîn piştî êrişa dagirkeriya Tirkiyê li Şehbayê bêtirî 150 hezar kes ji şêniyên Efrîn û Şehbayê koçber bûn û li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bicihkirin.
Tê payîn ku Desteya Kar û barên Civakî bi di rojên pêş de, hemû koçberên ji Efrîn û Şehbayê, ji kampên demkî ber bi kantona Cizîrê veguhezîne..



