Enternasyonalîst li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava, li Almanyayê konfransekî lidar dixin.
Di destpêka konferansê de peyamên piştevaniyê ji bo şoreşa Rojava hate dayîn.
Ciwanên enternasyonalîst li bajarê Heidelberg ê Almanyayê di bin dirûşmeya ‘Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Vîzyona Demokratîk û Perspektîf’ konferansê lidar dixin.
Şoreşgerên Enternasyonalîst di konferansê de ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û naskirina statuya Kurdan, peyam dan.
Li gor agahiyan, dê ev konferans du rojan dewam bike.



