Piştî, QSD û YPJ’ê her du şandeya ewropî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyê re civiyan.
Di civînê de, rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dagirkeriya Tirkiyê hatin gotûbûjkirin.
Şandeya ewropî diyar kir ku ew ê ji bo sûriyeke demokratîk fişarê li welatên xwe bike.
Şande ji aliyê Desteya Serokatiya Melcisa Rêveber hate pêşwazîkirin.
Di civîna wan de, Rêveberiya Xweser projeya xwe û daxwazên xwe yên avakirina sûriyeke nenavendî bi şandeyê re parve kirin.
Her wekî behsa destkeftiyên xwe, teşeya jiyana hevbeş a aştiyane kir..
Di nîqaşên xwe de Desteya Rêveber bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi teybet li dijî bendava Tişrîn û Qereqozaqê.
Her wekî ji şandeyê xwest ku zextê li civaka navneteweyî bike da ku ev êriş bên rawestandin.
Şandeya ewrupî karûxebatên Rêveberiya Xweser û fedekariyên xelkê wê silav kir.
Şandeyê diyar kir ku ew ê zextê li dewletên xwe bikin da ku Sûriyeke ku mafên hemû kesan tê de bê parastin, pêk bê.



