Li gundewarê Reqayê 3 zarok ji ber teqîna bermahiyên şer bi wan de birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li devera navbera gundên Xanim Elî û Bû Hemed a Rojhilat 3 zarok di encama teqîna mayînê ji bermahiyên şer birîndar bûn.
Hate zanîn ku her sê zarok dema bi mayînê dilîstin mayîn bi wan de teqiya û di encamê de hersî jî birîndar bûn.



