Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera 10ˈan a serekftina berxwedana Kobanê de diyar kir ku îradeya azad serkeftinê ava dike.
Rêveberiyê bang li tevahî hêzên nîştimanî û civata navneteweyî kir ku li hemberî êrişên li ser Bendava Tişrînê û gefên li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 10ˈan a serkeftina berxwedana Kobanê daxuyaniyek weşand.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku serkeftina berxwedana Kobanê bû sedema bidawîbûna projeyên tundrew li Sûriye, herêmê û cîhanê.
Rêveberiya Xweser bal kişand ser hevgiritna pêkhateyên gelê herêmê di berxwedana Kobanê de û hate gotin: “Berxwedana ku di encama hevgirtina pêkhateyên gelê me de hate bidestxistin rastiya vîna gel û hêza wê ya li hember projeyên qirkirin û tunekirinê îsbat kir.
Serkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê bû. Serkeftina vê berxwednê Sûriye û hemû cîhan ji xeterî û tundrewiyê parast.
Berxwedana gelê me li Kobanê û tevlêbûna hemû Kurdistanî û enternasyonalîstan ji vê berxwedanê re îsbat kir ku îradeya azad serkeftinê ava dike.”
Rêveberiya Xweser bi vê boneyê şehîd û birîndarên berxwedana Kobanê bi bîr anî û daxuyand ku mîrateya vê berxwedanê îro li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku dixwazin îradeya gel bişkînin, bi ser dikeve.
Rêveberiya Xweser di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku divê destkeftiyên ku bi berxwedana Kobanê û şûnde hatin bidestxistin werin parastin û bang kir “Divê tevahî hêzên nîştimanî yên sûriyeyî û civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî xetereyên li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bendava Tişrînê bi taybetî bi cih bînin.
Berdewama êrişan wê karasetên rasteqîn li ser asta vegera DAIŞˈê, karasetên mirovî û xetereyên din wekî tevlihevî û şerê bê dawî bi xwe re bînin.”
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da: “Berxwedana Kobanê ji bo bihêzkirin û geşkirina berxwedana me ya di hemû astan de dê bingeheke xurt bimîne.
Rihê vê berxwedanê li Bendava Tişrînê geş dibe û berdewam dike û serkeftinan bi dest dixe.
Em ê bi vî ruhî ber bi pêkanîna hêviyên gelê xwe yên demokrasî û aştiyê ve bimeşin. Em ê bi rihê berxwedana Kobanê herêmên dagirkirî rizgar bikin, dagirkeran derxînin û hemû projeyên hegemonîk têk bibin.
Em ê bi xwişk û biradarên xwe yên welatparêz ên sûriyeyî re Sûriyeke bihêz, yekgirtî û demokratîk, ava bikin.“



