Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û Bendava Tişrînê banga hevgirtinê û xwedîderketina li QSDˈê kir.
Bi dehan xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê ya li taxa Xiwêran a li bajarê Hesekê li pêşiya avahiya peymangehê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û êrişên li ser Bendava Tişrînê bi taybetî şermezar kirin. Xwendekara bi navê Xada Yûnis bi zimanê kurdî û Diyar Xelîl bi zimanê erebî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ji zêdetirî meh û nîvekê bi dijwarî êrişî Bendava Tişrînê dikin.
Hate diyarkirin ku eger bendav ji xizmetê derkeve dê rûbereke mezin a erdên çandiniyê û gundan di bin avê de bimînin û di encamê de falketeke mirovî û jîngehî yên xeternak li ser herêmê û welatên derdorê çêbibe.
Di daxuyaniyê de îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrişan hate kirin û hate destnîşankirin ku êriş tevahî qanûn pîvanên mafên mirovan binpê dike li pêşiya çav û guhên tevahî cîhanê têne kirin, lê tevî vê yekê cîhan bêdeng e.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî li beramberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bînin, sivîlan û binesaizya heêrmê biparêzin û ji bo rêgirtina li pêşiya karaseteke mirovî tedbîrên bi lez bigirin.
Di daxuyaniyê de berxwedana gelê li Bendava Tişîrnê, YPJ û QSDˈê hat silavkirin û hate gotin “Dîrok vê vê berxwedanê ji bîr neke. Ev berxwedana mezin wê bi tîpên zêrîn were nîvisandin û dê nifşên bê fêrî wateya rasteqîn a berxwedanê bike.”
Di dawiya daxuyaniyê de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga hevgirtinê li gelên azadxwaz hate kirin û hate goitn “Bi hevgirtin, hêz û îradeya xwe bi birydardiya lehengên me em ê dagirkeriyê têk bibin, serkeftinê mîsoger bikin û ji hêzên xwe re bibin mertal.”



