Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya bajarê Hesekê, ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û berxwedana gel a li Bendava Tişrînê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meşek li dar xist.
Ciwanên Hesekê, Dirbêsiyê, Zirganê, Til Temir, Hol, Şedadê û Mergeda tevlî meşê bûn.
Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Şehîdên berxwedana bendava Tişrînê û alên QSD, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê hatin bilindkirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ” û “Bijî Berxwedana Tişrînê” hatin berzkirin.
Meşa ku ji çerxerêya Sînalko dest pê kir û heya parka Rêber Apo ya taxa Kelasê ya bajarê Hesekê sekinî. Li vir piştî deqeyek rêzgirtin, endama Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya Hesekê Aya Xanim Henûc axivî.
Aya Xanim Henûc di destpêka axaftina xwe de şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bibîr anîn û destnîşan kir ku wê wek Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrişan heya dawî bibin bersiv.
Aya Xanim Henûc di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku armanca wan ya ji van êrişan têkbirina vîn û berxwedana ciwanan e.
Aya Xanim Henûc di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê bi saya şehîdên xwe bi vîn û berxwedana xwe şoreşa xwe bi ser bixin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”



