Îro şandeyek parlementoyê û partiyên siyasî yên Fransa, Brîtanya û Îtalya, ligel hejmarek ji rojnamevanan, serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê kirin.
Di civînê de, behsa hewldanên Tirkiyê bo bikaranîna rûxandina rejîmê û pêkanîna êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin.
Her wekî, rêveberiyê şandeya ewropî serwextî destkefyiuên xwe kir û nêrîna derheqê siberoja Sûriyê de jî destnîşan kir.
Rêveberiya Xweser ji bo serdan û hevkariya wê bi xelkên herêmê re, spasiya şandeyê kir û daxwaz kir ku bila fişar li Tirkiyê bibin da ku êrişên xwe rawestîne.
Şanda Ewropî jî tekezî li ser giringiya rola Rêveberiya Xweser di şerê li dijî terorê û avakirina paşerojeke baştir ji bo Sûriyê kir.



