Akademîsyen û çalakvanên Sûryê bang li hemû gelê Sûriyê kirin ku beşdarî avakirina siberoja welat bibin.
Rêvebera Tevgera Niştîmanî ya Avakirinê, Teyma Îsa kêfxweşiya xwe anî ziman ku derfeta hevdîtina bi jin û mêrên Sûryê re çêbû ji bo danûstandinên der barê siberoja Sûryê de û got:
“Divê nêrîneke hevbeş hebe û gelê Sûriyê beşdarî avakirina siberoja welat bibin.”
Rêveberê Fakulteya Zanistên Îdarî li zanîngeha Îbla Dr. Sebrî Hesen diyar kir ku tişta ku di vê qonaxa hestiyar de tê xwestin ew e ku gelê Sûriyê li ser siberoja xwe bifikrin û hemû pêdiviyên wan, were pêkanîn.
Çalakvana sivîl Hela Marokî bi hêvî ye ku diyalog berdewam bin, bi beşdariya hemû gelê Sûriyê, ji bo rastkirina şaşiyên berê û yekirina Sûriyan bêyî dûrxistin û paşguhkirina tu aliyan.



