Rêxistina Sara û Ofîsa Parastina Zarokan ya Desteya Jin a Kantona Firatê bi daxuyaniyê êrişên li ser sivîlan şermezar kirin.
Saziya Rêxistina Sara ya Kantona Firatê û Ofîsa Parastina Zarokan ya girêdayî Desteya Jin di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li pêşiya baxçe û danîngeha Kulîlkên Pêşerojê
Daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ku pêşiya saziya Rêxistina Sara jî ji aliyê endama Komîteya Qanûnî ya Rêxistina Sara Kamla Elî ve hat dayîn.
Êrîşên duh a dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê topbaran kir û di encama tobaranê de 2 zarok 3 kes birîndar bûn, pitika Ebdurehman El Hisên ya 6 mehî ji ber birîna xwe ya giran şehîd bûbû şermezarkirin.
Daxuyanî wiha ye:
Dewleta Tirk a faşîst a nemirovane û çeteyên wê sûcên li dijî sivîlan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet zarok û jinan didomînin.
Em qetlîamên dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî 3 meh in li dijî sivîlan pêk tîne, şermezar dikin û heta xwezayê jî rizgar nebûye û binesaziya ku bûye sedema debara jiyana wan hatiye wêrankirin.
Daxuyanî ji aliyê endama Ofîsa Parastina Zarokan a Kantona Firatê Bêrîvan Mihemed ve hat dayîn jî wiha ye:
Dewleta Tirk a dagirker hemû peyman û qanûnên navneteweyî binpê dike û komkujiyan li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Dewleta dagirker a Tirk qetilkirin, zarokên me îro giraniya tundiyê hildigirin, malbatên wan ji hev perçe bûne, malên wan hatine wêrankirin.
Dagirkeriya Tirk îro jî bi pêkanîna komkujiyeke din li dijî zarokan li gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsa, kire armancên xwe yên êrîşkar eşkere dike El-Huseyn) ku 12 salî ye û zarokê (Ebdul Rahman Ismail El-Hussein) ku 6 mehi ye.
Ev komkujî tenê yek ji rêze komkujî û sûcên ku dewleta Tirk li ser zarokên hemû cîhanê li dijî terorê şer kiriye pêk tîne.
Parastina zarokan erkekî exlaqî û mirovî ye û erkek e ku dikeve ser milê her kesî da ku di jîngeheke ewle û jiyaneke azad û bi rûmet de bijîn.
Her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku sûcdar bên darizandin.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.



