Li gundekî bajarê Hemayê çekdarên girêdayî HTŞ’ê yek ji wan zarok, 5 elewî kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdarên girêdayî HTŞ’ê vê sibê bi ser gundê El-Enzê yê li bakurê Hemayê de girtin.
Li gundê navborî pêkhateyên Elewî lê dijîn.
Li gorî çavdêriya Sûriyê di serdegirtinê de, çekdarên HTŞ’ê 5 sivîl kuştin.
Di nava wan de kesên bitemen û zarokekî 12 salî heye û hin kesên din jî birîndar bûn.
Xelkê gund, bang li rayedarên pêwendîdar kir ku bi lezgîn destwerdanê bikin, van kiryaran rawestînin û hesab ji kujeran bipirsin.



