Piştî ku hêzên Îsraîlê ji Net-zarimê vekişiyan, bi hezaran Filistîniyên koçber ên li Xezayê ber bi bakurê Xezeyê ve ketin rê.
Arteşa Îsraîlê û Wezareta Karên Navxweyî ya girêdayî Hemasê li Xezayê ragihand ku Kolana Reşîd serê sibehê hatiye vekirin.
Tîmên ambulansan li Kolana Reşîd, li rojavayê bajarê Xezayê bi cih bûne, ji bo ku pêşwaziya mirovên ku vedigerin bakurê Xezayê bikin.
Artêşa Îsraîlê ji bo ku şêniyên Xezayê yên koçber vegerin malên xwe, rojavayê Net-zarimê vala kiribû.



