Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro 2 êriş li Başûrê Kurdistanê pêk anîn.
Di encama herdû êrişan de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyan, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajaroka Dînarte ya ser bi Akrê ya li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Di encama êrişê de 2 welatiyên ku hevjînên hevin jiyana xwe ji dest dan.
Li Ranya erebeyek rastî êrişa balafira Tirkiyê hat: 4 kes bûn qurban
Piştî wê jî dewleta Tirk a dagirker li gundê Gurd-can a Ranyayê bi balafirên bê mirov wesayîtek sivîlan bombebaran kir.
Li gorî agahiyan di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ev hefteyeke artêşa Tirk bi berdewam sinorê parêzgeha Dihokê bombebaran û topbaran dike.
Di encama van êrişan de welatiyên sivîl têne hedef girtin.



