Bi navê “Nesrîn” li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo şanoyek hat pêşkêşkirin.
Di şanoyê de gel, endamên Çand û Hunerê, şanoger, Rêxistinên Civaka Sivîl û hunermend beşdar bûn.
Şano behsa keçeke bi navê Nesrîn dike. Nesrîn, bav û dayika xwe dixwazin ji welat derkevin û berê xwe bidin dewletên biyanî. Dema ew tevî hin kesên din digihînin sînor leşkerên dewleta Tirk a dagirker heqaretê li wan dikin û li wan didin.
Li gorî Nesrînê, dema ew ji welat derkeve û koçber bibe wê jiyaneke xweş bijî, lê derket ne li gorî xeyalê wê bû. Ji ber xerîbî û penabertî zor û zehmet e.
Nivîskarê şanoyê Ehmed Îsmaîl Îsmaîl, derhêner Adil Îsmaîl û lîtikvan Gulistan Tahir in.



