Rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan di çilrojiya şehadeta xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku di 19ˈê Kanûna 2024ˈan de li ser rêya Bendava Tişrînê-bajarê Sirînê di êrişeke hewayî de ku dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyan wan pêk anî, şehîd bûbûn, îro di çilrojiya xwe de hatin bibîranîn.
Di merasîma bîranînê de malbatên şehîdan û endamên Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) amade bûn.
Piştî rêzgirtinê li ser navê YRAˈyê rojnamevan Ehmed Mihemed axivî û diyar kir ku şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo ku rastiya dewleta Tirk a dagirker aşkera bikin, wan ji Bakurê Kurdistanê berê xwe da Rojava û wiha pê de çû: “Di destpêka Şoreşa Rojavayê de gelek şehîd û têkoşeran ji bo mîrateya vê şoreşê canê xwe feda kir.
Her wiha ji bo ku ev şoreş roj bi roj mezin bibe gelek sazî û dezgeh hatin vekirin.
Yek ji van saziyên ku ji bo rastiya vê şoreşê û qirêjahiya dijmin derxe holê, dezgehên çapemeniya azad bûn.
Dewleta Tirk jî ji bo dengê rastiyê bibire her dem rojnamevanan dike hedef.
Lê her çi qas vê yekê bike jî bila baş bizane ku bi hezaran rojnamevan hene ku dê vê rastiyê ji raya giştî re ragihînin.
Em soz didin ku em ê kamera û pênûsa rojnamevanên xwe li erdê nehêlin û rastî dê her dem were ragihandin.”
Piştî daxuyaniyê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid axivî û got: “Di nava tevahiya zagonên mafên mirovan de qetilkirirna rojnamevanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Ji ber ku rojnamevan cihekî herî sereke di civakê de digirin.
Lê dewleta Tirk a dagirker her tiştî ji bo xwe rewa dibîne û rojane sivîl û rojnemavanan hedef digire.
Lê belê wê heval û hevrêyên şehîdên çapemeniyê rastiya ku şehîdên me xwestin eşkera bikin ragihînin û ew ê bibin şopdarê vê rêyê.”
Merasîma bîranînê bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.



