Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê bi çalakiyên esîmanî li dagirkeran dan.
Di encamê de radarek, konteynirek û 2 konên dagirkeran hatin rûxandin.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir ku Yekîneya Şehîd Axîn Mûş 24’ê Çileyê girê Bahar ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên esîmanî li dagirkerên dan û sîstemeke radarê rûxand.
25’ê heman mehê jî li girê Amediyê konteynirek dagirkeran hate rûxandin..
Roja piştî wê jî li girê Baharê bi taktîka esîmanî 2 kon hatin hilweşandin.
HPG’ê diyar kir ku gerîlayên YJA Starê 2 caran bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran xistin.
Di encama çalakiyan de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
HPG: Qadên gerîla 53 caran hate bombebarankirin
HPG’ê diyar kir dagirkeran di 22 û 26 Çile de girê Cûdî carekê û girê Amediyê jî carekê bi teqemeniyên qedexekirî bombebaran kir.
Her wiha dagirkeran 38 caran bi balafirên şer 13 caran jî bi helîkopterên êrişê qadên gerîla bombebaran kirin.



