Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina duyemîn de gotiğe: “Mijûlkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê de, mezintirîn xerabiya li gelên Tirkiyê ye.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di civîna koma partiya xwe de li Meclisê axivî.
Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî cezayê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hatiye birîn da û wiha got: “Ev biryar, êriş û derbeyeke eşkere ya li dijî vîna gel û demokrasiya herêmî ye.”
Tulay Hatîmogûllari, têkildarî hevdîtina duyemîn a li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hatiye kirin jî wiha vegot: “Gelo di hevdîtina li Îmraliyê de çi hate axaftin? Beguman nexşerêya ji hevdîtina Îmraliyê derketî, ji hêla gelên me ve tê mereqkirin.
Beriya hûrgiliyên vê hevdîtinê vebêjim, dixwazim bibêjim ku silavên birêz Ocalan ji bo hemû welatiyan hene.
Birêz Ocalan di hevdîtinê de gotiye ‘xebatên min berdewam in.’ Birêz Ocalan, diyar kir ku di serdemeke dîrokî de ne ku krîzên kûrewî, herêmî û neteweyî li ser hev zêde bûne.
Birêz Ocalan gotiye; ‘Mijûlkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê de, mezintirîn xerabiya li gelên Tirkiyeyê ye.”
Rêya parastina civaka Tirkiyeyê û gelên herêmê ya li dijî van krîzan diyar e.
Banga birêz Ocalan zelal e. Dixwaze Tirkiyeyê derbasî zemîna demokrasiyê bike û ev yek tekane çareseriya rizgariya ji krîzan e.
Birêz Ocalan di vê çarçoveyê de dixwaze ku meseleyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û demokrasiyê bike.
Ev yek biisrar dubare kiriye. Mîna birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de gotiye; hevgirtin şirîkatiyên di van qonaxên dîrokî yên krîtîk de, ji bo çareseriyê dê gelek sûdewer bin.
Di hevdîtina 22’yê Çileyê de birêz Ocalan diyar kir ku çareseriya mayinde ya pirsgirêkê bi rêya demokratîk û hiqûqê pêkan e.
Birêz Ocalan bi taybet jî li ser van xisûsan sekinî ye; her tim fikara bekayê diafirînin, xweha eniya kedkar û karkeran ji bo polîtîkayên ewlehiyê tê xerckirin, xizanî zêde dibe, bêhiqûqî êdî bûye mijareke jirêzê, kedxwarî zêde bûye, dijminatiya li jin û zarokan zêde bûye û got ku ew amade ye li dijî vê xitimînê nexşerêyekê amade bike.
Anî ziman ku ew amade ye ji bo Tirkiye ji tevahiya prangayên xwe rizgar bibe zemîna xelasiyê amade bike. Belê, em jî dibêjin ku di vê serdema girîng a dîrokî de divê Tirkiye ji hemû prangayên xwe xelas bibe.”



