Meşa Dirêj ya di pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de destpê kir, roja xwe ya 8’an li Fransayê dewam dike.
Meşa Dirêj ya di 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de destpê kir, di roja xwe ya 8’an de banliyoya Grignîy a Parîsê berdewam dike.
Meşvanan destnîşan kirin ku “”Ger em dixwazin jiyana azad ji sibrojê re bihêlin, pêwîste azadiya Rêber Apo pêk bînin.”
Meşvanan belavokên bi Fransî ya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.



