Wezîrê Derve yê Belçîkayê Bernard Quintin dibêje ku divê di Sûriya Nû de, mafên rasteqîn ên Kurdan werin dayîn.
Bernard Quintin diyar kir ku sîstem nû ya Sûriyê divê Kurdan û hemû civakên din di nava xwe bihewîne.
Wezîrê Belcîkî got ku divê yekîtiya axa Sûriyê di vê demê de were parastin.
Di heman demê de, divê her kes, di nav de rêveberiya nû, yekîtî û serweriya axa Sûriyê biparêzin.
Bernard Quintin piştrast kir ku divê hemû civakên sûrî di sîstema nû ya Sûriyê de, li cihê xwe yê rast vegerin.



