Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûryeyî (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî geşedanên dawîn nirxandin.
Cemal Şêx Baqî diyar kir ku daxuyaniyên partiya desthilatê ya Tirkiyê AKP’ê yên têkildarî aştiyê û kiryarên wê yên li dijî gelê Kurd, nakokin û got:
“Ji bilî lihevkirinê tu rê li pêş Tirkiyeyê tune ne.”
Cemal Şêx Baqî bal kişand ser îdiayên desthilata AKPˈê yên der barê aştiyê de û operasyonên qirkirina siyasî ku li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê dimeşîne û got:
“Îdayên hin aliyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên der barê lihevkirinê de derew in
Şêx Baqî diyar kir ku partiyên AKP û MHP li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di nava aloziyên siyasî yên navxweyî de ne,
Îdiayên wan ên derew û piştevaniya wan bi tevgerên terorîst re ji cîhanê re aşkera bûne.
Cemal Şêx Baqî da zanîn ku gelê Kurd gelekî yekgirtî ye ku li hemû cîhanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê piştevaniya hev dikin.



