Nivîskar û rojnamevan Hesen Cûdî bal kişand ser peyamên Rêber Apo ji bo çareserkirin pirsgirêka Kurd û demokratiya Tirkiyê û got: “Rêber Apo di manîfesto, nexşerê û peyamên xwe de bi vekirî vebijêrk danîne pêşiya Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê”.
Têkildarî hevdîtin û peyamên Rêber rêber Abdullah Ocalan ên li Îmralî û projeyên wî yên ji bo çareseriyê, Rojnamevan û Nivîskar Hesen Cûdî nirxandin kir û got:
“Hewildanên pêşxistina çareseriyeke dîrokî heye.
Ev pêvajo taybete ji bo çareserkirina pirsa Kurd û demokratîkkirina Tirkiyê girîng e.
Ji van hevîdîtinan diyar dibe ku Rêber Apo di nava hewldanên pêşxistina çareseriyeke ya dîrokî de ye.”
Hesen Cûdî da xuyakirin ku sîstema sermayedar ya cîhanê xwedî projeyên xwe ne û dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û dibêje:
Rêber Apo di manîfesto, nexşerê û peyamên xwe de bi vekirî vebijêrk danîne pêşiya Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê.
Divê di çarçoveyeke proseya demokratîzekirina sîstema siyasî, yasayî û rêveberiyê, Tirkiye û dewletên din doza Kurd çareser bikin.



