Navenda Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bîlançoya operasiyonên parastina rewa li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand.
QSD’ê ragihand hêzên wan li tepê Qereqozax, tepê Newroz û bargehên çeteyan yên li gundê Qebir Îmo “قبر إيمو” û Hoşeriyê çalakî pêk anîn.
Di çalakiya Qebir Îmo de 5 çete hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Li gundê Hoşeriyê jî bi giştî 12 çete hatin kuştin û birîndarkirin.
Her wiha di encama çalakiyeke ezmanî ya Yekîneyên Şehîd Harûn li tepê Qereqozaxê xaleke çeteyan bi temamî hate rûxandin.
Dagirkeriya Tirkiyê gundê Xisiq, El-tîna, Bîr Hiso, Melha, Dîkan û Qereqozaxê bombebaran kirin.
Her wekî bi 180 topan balfirgeha Sirîn û tepê Sîfî yê li başûrê Kobanê topbaran kirin.
Di çarçoveya parastina rewa de şervanên QSD’ê çalakiyek li dijî bargeha dagirkeriya Tirkiyê li gundê Til Mihemed yê navçeya Zirganê pêk anî.
Di encamê de leşkerekî dagirkeriyê hate kuştin û yek jî birîndar bû.



