Rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê êriş û kuşkujiyên li dijî gelê herêmê şermezar kir .
Rêveberiyê bang li Koalisyona Navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û êrîşên dewleta Tirk rawestînin.
Rêveberiyê diyar kir ku di demekê de em helwdidin birînan derman bikin dewleta Tirk êrişên xwe nade rawerstandin .
Di daxuyaniyê de Rêveberiyê komkujiya Sirînê bi bîr xist û eşekre kir ku ew komkiujî sûcî şer .
Li gor daxuyaniyê sûcekî şer li dosyeya sûcên dewleta Tirk ku rasterast sivîlan dike hedef, zêde dibe.
Rêveberiya Xweser: Divê dosya sûcan radestî Dadgeha Navnetewî bibe
Rêveberiya xweser bang li civaka navneteweyî nexasim Konseya Ewlekariyê û NY`yê kir ku tedbîrên tund li dijî dewleta Tirk bistînin .
Her wekî bang kir ku dosyaya van sûcan radestî Dadgeha Navneteweyî ya Dadê li Laheyê were kirin.
Rêveberiya Xweser: Pêwîste Koslisyona Navnetewî destwerda êrişan bike
Ji ber dewleta Tirk hemû xetên sor ên ku civaka navneteweyî, NY`yê û Konseya Ewlekariyê diyar kiribûn, derbas kir.
Her wiha bang li Koalisyona Navneteweyî hat kirin ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û êrîşên dewleta Tirk rawestîne.



