Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, cenazeyên 2 şervanên QSD’ê oxir kirin. Her wiha di merasîmê de nasnameyên 2 şehîdên din jî hatin eşkerakirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ya kantona Cizîrê ji bo şervanê QSD`ê Îbrahîm Mihemed El Hemed (Dilo Menacîr) ku di 23’yê Çileyê de li bendava Tişrîn şehîd bûbû û Zihdî Xelef El Sefan (Îskender Hesekê) ku di 25’ê Çileyê de li Dêrazorê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê, merasîmek li dar xist.
Di merasîmê de her wiha nasnameya şervanê QSD`ê Xedir Izedîn Mano (Birûsk Hesekê) ku di 8’ê Çilyêe de li bendava Tişrîn şehîd bûbû û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xeder Ehmed El Osman ku di 24’ê Çileyê de li Hesekê şehîd bûbû, hatin eşkerakirin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Beşar Koş axivî û her çar şehîd bi bîr anîn û sebir û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Beşar Koş soza şopandina rêya şehîdan da û got ew ê dilsozê hêzên xwe bin û piştgiriya wan bikin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Çekdar Hesekê jî şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û wiha got: “Van şehîdan ji bo jiyana hevbeş û azadiyê tişta herî binirx feda kir.
Şehadet ji bo hemû mirovên azad rûmet e.”
Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Dilo Menacîr û Îskender Hesekê bi tilîliyên dayikan û dirûşman spartin axê.



