Girtiyên ji doza PKK’ê têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd peyamek şandin û gotin,”Em azadiya fîzîkî û ewlehiya Rêber Apo dixwazin.”
Girtiyên ji doza PKK’ê di peyamê diyar kirin ku bi vî rengî ya dîrokî de pêwîstî herî zêde bi tifaqa Mezopotamya û Anatoliyê heye, yê ku karibe vê bike jî Rêber Apo ye û gotin:
“Manîdar e ku Rêber Apo hîn jî li girava Îmraliyê tecrîdkirî ye. Eger ev tecrîd dewam bike, ev yek wê bibe nebaşiya herî mezin li gelê me.”
Di nameyê de hate xwestin ku şert û mercên kar, ewlehî û azadiyê yên Rêber Apo bêne afirandin û tecrîdê bi temamî rabe.


