MSDˋê, rewşenbîr, siyasetmedar û rûspiyên eşîrên Ereb di civînekê li Reqayê de pêşdeçûnên li herêmê, siberoja welat û şêweya herî guncaw ji bo rêvebirina Sûriyeya nû nîqaş kirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re der barê pêşdeçûnên siyasî, guhertinên li qada Sûriyeyê û gihandina nêrîneke hevbeş ji bo dayîna birayrekê ji siberoja Sûriyeyê re li bajarê Reqayê civînek li dar xist.
Di civînê de siyasetmedar, rewşenbîrên û kesên girîngiyê didin rewşa giştî, kesayetên navdar, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn.
Encûmena Sûriya Demokratîk û komek ji rewşenbîr, siyasetmedar û serkirdeyên êlên Ereb tekez kirin li ser tiştên ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên cuda dixwaze ji bo paşeroja welatê xwe, û şêweyê herî guncaw ji rêvebirina welat re. ronîkirina helwestên cuda yên partî û hêzên herêmî û navdewletî di qonaxa niha de.
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˋê Hesen Mihemed Elî di civînê de axivî û bal kişand ser pêşdeçûnên piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê bi taybet helwestên aliyên siyasî yên hundirîn û aliyên navneteweyî.
Mihemed Elî helwestên hêzên herêmî û navneteweyî der barê rêveberiya “Heyet Tehrîr El Şam(HTŞ) ” de dabeşî 4 beşan kir.
Beşa yekemîn; xwedî helwesteke “cidî û yekalî” ye, dan û standinê bi HTŞˋê re li gorî kar û baran û metirsiyên hundirîn ên girêdayî wê çênake, mîna Misir û Îmaratê.
Beşa duyemîn; xwedî helwesteke “guhertinê”, ew jî dewletên YEˋyê û hin dewletên Ereban in û têkiliyên bi rêveberiya HTŞˋê re datîne ku tevahî pêkhate beşdarî xebata guhertinê bibin, rêz ji mafên mirovan re were girtin û pêkhate werin parastin.
Beşa sêyemîn; bi “hevalbendiya Qeter û Tirkî” hat wesifkirin. Mihemed Elî der barê vê beşê de got dewleta Tirk dixwaze di Sûriyeyê de bihêztir be û kaxizên zextê li ser hêzên navneteweyî yên dîtir bike, bi dest bixe û qezencên aborî û siyasî wergire.
Beşa çaremîn: bi “hevalbendiya rejîm” hat wesifkirin. Mihemed Elî got Rûsya û Îran dixwazin ew di pêşeroja Sûriyeyê de xwedî rol bin da ku rûyê xwe spî vekin.
Her wiha behsa helwestên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyê, di nav de helwesta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSDˋê li ser van pêşdeçûnan hat kirin û hat gotin ku helwesta van aliyan ji destpêka aloziya Sûriyê ve eşkera ye, ew jî tevahî alî bi rêya diyalogê xwe bigihînin çareseriyên aştiyane.
Civîn bi bersivdana pirsên beşdaran bi dawî bû.
Di nêrînan de hat gotin helwesta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, MSDˋê û hêzên wê yên leşkerî ji bo misogeriya mafên tevahî pêkhateyan sabit û zelal e û çi çareseriyên leşkerî hatin redkirin.



