Fermandariya Hêzên Asayişê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrişa dijî maleke sivîl a Kobanê de daxuyaniyek da.
Der barê êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî maleke sivîl li rojavayê Kobanê de fermandariya Hêzên Asayişê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker îro maleke sivîl li aliyê rojavayê bajarê Kobanê yê kantona Firatê 2 caran bombebaran kir. di encamê de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn û zirarên madî yên mezin çêbûn.
Ev êrişa tirsonak binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e û di çarçoveya rêzeêrişên sîstamatîk ên bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê tên kirin.
Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe yên rawestandina van binpêkirinan rabin.
Em diyar dikin ku wê fedakariyên gelê me her tim ji me re bibin hêzek ku parastina mafên wî yên rewa û pêkanîna ewlehî û aştiyê bidomînin.”



